Şarezayê Aborî: Rewşa aborî li Rojavayê Kurdistanê ji herêmên din baştire
Piştî 12 sal ji şerê li Sûriyê û dabeşbûna wê li ser sê herêmên ku bi awayekî cuda tên birêve birin, rewşa aborî civaka Sûriyê ji hêz xistiye û debara xelkê wê gelekî dijwar bûye, ji aliyê xwe ve civaka navdewletî û zilhêzên dunyayê heya niha tu çareseriyeke siyasî ji aloziya li Sûriyê re nedîtine.
Li herêmên bakûr û rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê Kurdan ve tê birêve birin û di bin çavdêriya Amerîkayê de her çend rewşa xwe ji ya herêmên din baştir be jî lê istiqrarek siyasî tune ye û êrişên welatên cîran li ser wê didomin û tirsa xelkê hîna heye piştî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê. Her weha hêzên navdewletî heya niha bi awayekî fermî û siyasî Rêveberiya Xweser nas nakin û ta niha kompaniyên navnetewî derbasî Herêmên Kurdan nebûne. Rewşa Aborî wê ber bi ku ve biçe û rewşa Efrînê û guherînên demografî mijara vê xelekê ya bernameya "Rojava" ye li gel Hozan Efrînî .
Di hevpeyvînekê de li gel bernameya "Rojava" ya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ku ji aliyê mamosta (Hozan Efrînî) ve tê pêşkêş kirin, Şareza li karûbarê aborî li Rojavayê Kurdistanê û mamostayê zanîngehê rêzdar (Çeleng Omer) ragihand ku, rewşa aborî li herêmên Rêveberiya Xweser ji herêmên li jêr destê Rêjîma Sûriyê û yên li jêr destê Tirkiyê baştire.
Çeleng Omer got: Heya wekî îro her dolarekî Amerîkî bi 15 hezar û 800 lîreyên Sûriyêye ev yek nîşana rewşa aborî ya li Sûriyê ye ev rewş ne tenê li herêmên li jêr destê rêjîma Sûriyêye belku bandora xwe li ser herêmên Rêveberiya Xweser û bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kyurdistanê jî dike. Çûnkê Herêmên Kurdî hîna xwe beşek ji Sûriyeyê dibînin û dirava li Herêmê tê bikarîanîn hîn jî lîreya Sûriyêye.
Her çiqas herêmên Rêveberiya xweser dewlemendin bi jêderên çandiniyê û petrolê û xazê lê Xelk li herêmên Rêveberiya Xweser jî li jêr fişareke aborî de ne û zehmetiyê dikşînin di debara jiyana xwe de, loma çareseriyên bîngehîn ji Rêveberiya Xweser tên xwestin .
Tekez li wê yekê jî kir ku, Rêveberiya Xweser xwe wek alternativ dide pêş û xwedî projeyekê ye û pêşkeftî ye. Her weha ji aliyê civaka navdewletî de tê qebûl kirin loma divê hukimraniyek baş li van herêman pêtir bi pêve biçe û wê karibe fişarên aborî kêmtir bike.
Çeleng Omer, bal kişand ser wê yekê jî û got; Li navçeyên jêr kontrola hikûmeta Sûriyê rewşa aborî gelekî xirabtire ji ber ku mafiya û bazirganên şer û aboriya welat birêve dibin. Di heman demê de li navçeyên di bin destê Tirkiyê û Komên wê de jî lîreya Turkiyê tê bikaranîn û îro lîreya Tirkî jî li hember dolar daketiye her çiqas rewş li wan herêman ji herêmên rêjîmê baştir bin jî, lê ne wek bajarên Tirkiyê ne belku cudahî heye.
Şarezayê karûbarê aborî amaje bi wê yekê kir ku, li Herêmên Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê rewşa aborî biçekî baştire her çend lîreya Sûrî tê bikar anîn jî, lê dîsa asta jiyanê li hemberî herêmên dinê yê Sûriyê baştire, ji ber ku jêderên aborî li van herêman zêdetirin wek neft û xaz û her weha dexludan û çandinî.
Li ser pirseke Hozan Efrînî ku çima li navçeyên Rêveberiya Xweser ku Amerîka lê heye dolar nayê bikar anîn , Çeleng Omer got: Li vir du sedem hene sedemek girêdayî Rêveberiyê ye û yek jî li derveyî îmkanên Rêveberiyê ne, ya yekem Rêveberiya Xweser dibêje ku ev mijar siyasiye û girêdayî nîştîmanîbûna Sûriyê ye çûnkî hemû pêkhateyên din wek (Ereb, Asurî – Suryanî, Turkman, Kurd) jî hene jiber wê mijareke Sûrî dibîne, lê li kêleka wê îro dolar jî tê bikranîn û îro diravê Sûrî û dolar jî li bazarên Rojavayê Kurdistanê tên dîtin. Pirsgirêke di wê yekê de ye ku karmedên Rêveberiya Xweser hîn mûçeyê wan bi lîreya Sûrî tê dayîn , her weha karîna Rêveberiyê jî tune ye ku niha dolar bikar bîne. Heta niha jî kompaniyên biyanî nikarin derbasî herêmên Rêveberiyê bibin û bank li herêmê tune ne ji ber sizayên Amerîka li ser Sûriyê.
Amerîka her çend sizayên qeyser li ser herêmên Rêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kêm kiriye jî lê heya niha tu kompaniyên biyanî derbasî herêmê nebûne û petrola Herêmê heya niha bi şêweyekî klasîk tê berhem anîn, lê dema kompanî bên wê hilberîna petrolê û xazê zêdetir û baş bibe û wê asta jiyanî jî baş bibe , her weha alîkariya hevpeymeniya navdewletî û Amerîka heta niha tenê li ser asta leşkeriye û negihêştiye wê astê ku istiqrara aborî li herêmê pêşkeve.
Derbarê rewşa Efrînê jî , Çeleng Omer diyar kir û got: Heleb paytexta aborî ya Suriyê dihat naskirin ew jî bîngeha xwe berhemên herêma Efrînê bûye, berhemên zeytun û zeyta Efrînê salane digihêşt 150 milyon dolarî lê îro tê dizîn. Di van 7 salên dagikrina Efrînê de zêdetirî nîv milyon darên zeytunê hatine birrîn, her weha xelkê Efrînê yên îro li warên xwe mane jî ne xwediyê mulkê xwe ne, belku hemû berhemên wan tê dizîn û firotin.
Derbarê guherînên demografî ku li herêmaEfrînê tê kirin, hate gotin ku berî dagirkirinê ji %95 xelkê deverê Kurd bûn lê îro ji %30 kurd li herêmên xwe mane û yên din koçberî navçeyê din yê Sûriyê û Rojava bûne, her weha Tirkiyê (Turkmen û Erebên hawirde) anîne û li gundên Efrînê û bajar û bajarokên wê bicih kirine, mixabin hin aliyên Kurdî jî têde beşdar dibin . Her weha di bin navên saziyên xêrxwazî yên Kiwêtî û Qeterî û Filistînî komelgehên nîştecîbûnê jibo Turkmen û Erebên hawirde têne avakirin. Bi mixabinî ve îro saziyên Filistînî ku daxwaza azadiyê dikin îro li Efrînê piştevaniya dagirkeriyê dikin. Çeleng Omer, bal kişand ser giringiya Efrînê jibo gelê Kurd û dibêje ku, eger rojekê dewleta Kurdî bê avakirin Efrînê wê bibe pencereyk bo wê dewletê ji bo cîhanê û Kerkûk çawa jibo Kurdan giringe ji ber dewlemendiya xwe bi petrolê û xazê û bîngeheke aborî ya xurte, Efrîn jî ewqas giringe ji ber ku Efrîn navçeya Kurdistanê ya herî nêzîkî deryaya Spî ye bi dûriya 20 kîlo metre û ew navçeya Antakya jî ku dikeve navbera Efrîn û Deryayê Kurd û elewî ne ji ber wê yekê ji aliyê cografiya siyasî de Efrîn gelekî giringe.
Di dawiya gotina xwe de mamosta Çeleng Omer tekez kir ku, her çiqas aboriya Kurdan xort be biryara wan ya siyasî jî wê xurt be û wê bikarin parastina xwe jî bikin û nexşeya Rojhilata Navîn wê were guhertin û dive Kurd wek berî sed salan bê par nemînin.
Sekoya Kurmancî