ROJAVA- Rewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Hevserokê Encumena taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê (Nûrî Şêxo) roja Çarşemê 09/10/2025 ji bajarê Helebê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di vê hevdîtinê de Nûrî Şêxo, behsa şer û êrişên komên çekdar ên ser bi hikûmeta vegûhêz ya Sûriyê li dijî herdu taxên kurdnişîn Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Diyar jî kir ku herdu tax di bin dorpêçê de ye û xwarin li ser herdu taxan hatiye qutkirin û gel di rewşeke dijwar de dijî.

Nûrî Şêxo ragihand ku ew êriş bi fermana hikûmeta vegûhêz û hin welatên derdorê bûye û bi tang û topan êrişî gel kirin û gel bi berxwedaneke mezin rûbirûyê êrîşan wan bûye.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

Xelat