Mam Celal: Ez hertim kirêçî bûme

Mam Celal: Ez hertim kirêçî bûme

Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de... Xeleka-9

Mam Celal: Ez hertim kirêçî bûme

Amadekirin: Rêbwar Star

Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.

Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye  û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.

 

Pirs: Kevintirîn cîranê we eger li bîra we de mabe kiye û ji ku bûye?

Bersiva Mam Celal:

Kevintirîn cîranê me li Koye mala Heme Axa bûye, mala kak Ziyad Axa rihmetî bû, cîranekî me yê din jî mala Hewêz Axa Hewêzê rihmetî bûye, li aliyê din jî em bêjin li aliyê dest yê din jî , mala Hacî Salihî Koye bû, mala kak Fendî bûye, her weha mala yek ji axayên Koye bûye, jêre digotin mala Fethula Axa, evna cîranên me bûn.

Pirs: Gelo cenabê we hûn qet kirêçî bûn?

Bersiva Mam Celal:

Wate kirê wergirim, an kirê bidim?

Pirs: Kirê bidî?

Bersiva Mam Celal:

Ez hertim kirêçî bûme, xaniyê min bi xwe nebûye, dema ez ji miteweste derçûm û çûme Hewlêrê ez kirêçî bûme, çûme Bexdadê kirêçî bûm, elhemdulîlah di temenê xwe de tu tiştekî min tunebûye, piştî ku YNKê xaniyek daye min ez kirêçî nînim , eger na her daîm ez kirêçî bûme.

Pirs: Mam can, çend salin we pere hilnegirtiye?

Bersiva Mam Celal:

Min pere hilnegirtiye bi wateya ku ez îşê xwe pê bikim, pere hildigrim, lê belê daku bidim bi xelkê û xelkê îşê xwe pê bike, eger biçim bo derve pere bi min re hene ez hildigrim û xerc jî dikim û tiştan jî pê dikirim dema ku diçim seferê.

Pirs: Cenabê we hûn şofêriyê dizanin?

Bersiva Mam Celal:

Nexêr… bes ez şofêriya tangan (debabe) dizanim, çûnkî ez zabitê debabê bûm min (Kolêja efseriya yedek) temam kiriye, ez çûme dibîstana serbazî ya wesayîtên zirxî, li wir min mehekê medreseya ajotina tangê (debabê) xwend, ji bo wê jî ez ajotina tangê dizanim û ez zanim traktorê jî bajom, çûnkî traktor û debabe weku hevin, lê ez ajotina otomobîlê nizanim.

Pirs: Ji hemû bajarên Kurdistanê ku we dîtine, li her bajarekî navê taxekê ku zêde bala te kişandiye?

Bersiva Mam Celal:

Ez li wan bajaran ku lê mame, li Hewlêrê taxa Teyrawa, çûnkî ez her li Teyrawa jiyame li Hewlêrê bala min kişandiye, li Kerkûkê ez li ber Tekiyê bûme û  bala min kişandiye, li Bexdadê ez herî zêde li taxa (Eqd El-Nisare) mame herî zêde, li Şamê (El-Mezre`a) mala me jî her li wê taxê bû, li Silêmaniyê jî li du sê ciha bûm, ew taxa ber Xaniqa bala min kişandiye, Eqarî, taxekî jî wî demî tune bû lê niha heye, ez li vir li Silêmaniyê di mala xwedê jê razî (Qadir Tegeranî) de xwe veşartibû, wî demî mala Qadir Tegeranî li derveyî bajêr bû, niha bûye taxa (Heware Berze) lê belê wî demî pir li derveyî bajêr bû, Silêmanî wî demî biçûk bû, nifûsa wê 25-30 hezar kes bû, bendavêk hindekî dûr ji mala Şêx Celal Hefîd hebû berev hevraz li wir li paş bendavê çol bû, destê çepê hêza leşkerî ya parastina Silêmaniyê li wir perwerde didît, li destê rastê jî kak Qadir Teqeranî xaniyek lê ava kiribû, li aliyê din jî çayxaneyek ava kiribû, jiber wê jî xaniyê xwe li derveyî bajêr avakiribû, çûnkî bi xwe qaçaxçîtî dikir, ferş û tiştên weha ji Îranê dianî , min demê du salan li wir odeyek girtibû û li wir jiyame.

Pirs: Yekemîn pirtûkxane ku we pirtûk jê wergirtibe wekû çavkanî we bikar anîbe ku bû?

Bersiva Mam Celal:

Pirtûkxaneya Koysinceq ya Partiya Komonîst a Iraqê li Koye hebûye û ya duyemîn jî pirtûkxaneya Hacî Qadirî Koye bû.

Pirs: We pirtûk jê wergirtin?

Bersiva Mam Celal:

Ewe bû tu diçû abonetî dikir te (100) fils dida û tu diçû te çi pirtûka te bixwasta te dianî û ji bo xwendinê te dibir.

Pirs: Qet we tu pirtûkek ji te wernegirtin ji bo nivîsîne?

Bersiva Mam Celal:

Nexêr her ji bo xwendinê bû.

**********

Dewamî heye…

Xelat/ Pirtûka: Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de

Ji Soranî/ Dawûd Çîçek

Xelat