Bilind zarokekî behremend ji Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ye
Bilind Sîdo zarokekî Kurde jîr û jêhatî, behremend û afrêner û zîreke, ji bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Bilind Sîdo, di temenê 10 saliya xwe de ye û niha di pola pêncem a seretayî li dibistana internaşional a li bajarê Riyadê dixwîne, Bilind ji Rojavayê Kurdistanê ku tevî malbata xwe li Erebistana Siûdî dijî.
Bilind di pêşbirka olîmpiyada matametîkê de û pêşbirka xwendin û rastnivîsê ya zimanê Ingilîzî de jî pileya yekem bidest xistiye (Spolling Bee) û di zimanê Fransî de û ezberkirina ayetan ji Qurana pîroz û di pêşbirka "Geniusên Einştein" de di zimanê ingilîzî de cihê yekem bû belgeyek pesnê ji platforma (Classera) û sertîfîkeya tevlîbûna kursa biyolojî û zanistên xwezayî wergirt li saziya Şah Ebdulazîz ji bo afirênerî ye.
Her wiha Bilind Sîdo, kursa jenîna Piyanoyê jî li enstîtûya (Music House) de organize kir û fêrî jenîna amêra Piyano`yê bû. Pileya yekemîn li ser astê enstîtûya Brîtanî ezmûn derbaskir.
Li bajarê Riyadê paytexta Erebîstana Siûdî di roja çandê de, Bilind Sîdo bi cil û bergên kurdî û bi jenîna çend parçeyên mûzîkê bi amêra piyano beşdarî festîvalê kir.
Di heman demê de bi şatrancê jî dilîze û rêçe çareser dike. Di hevpeyvîneke taybet de ji malpera Xelatê re Bilind Sîdo dibêje: Ez dixwazim mîna bavê xwe bibim endezyareke serkeftî û her weha piyanîstekî mezin.
Xewna Bilind jî ew bi gotina wî, ku wekû Ayniştayin bibe fîlozofekî mezin û navdar di pêşeroja de.
XELAT/ Hevpeyvîn: Roşîn Serêkanî