Neviyê Şêx Seîd: Hîna jî gora bapîrê min û hevalên wî nayê zanîn
Piştî derbasbûna 100 sal biser darvekirina Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî, cenazeyên wan hîn jî nayên zanîn û xizmên Şêx Seîd daxwaz dikin ku hikûmeta Tirkiyeyê cenazeyên wan vegerîne.
Qasim Elî Riza, neviyê Şêx Seîdê Pîran û serokê Komeleya Şêx Seîd Pîran li Amedê, ji rojnameya Kurdistanî Nwê axivî û got:
100 sal piştî darvekirina Şêx Seîd, hikûmeta Tirkiyeyê hîn jî cenazeyên bapîrê min Şêx Seîd û 46 hevalên wî nayên zanîn, me gelek caran ji Dadgeha Amed û Dadgeha Bilind xwestiye ku cenazeyan vegerînin. Her çend dadgeha Amed biryar da û piştrast kir ku ev mafek qanûnî ye û hûn dikarin mafên xwe îdîa bikin jî, wan ji me re got ku divê hûn vî mafî ji Dadgeha Bilind û Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê daxwaz bikin.
Neviyê Şêx Seîdê Pîran got jî, "Me ji Dadgeha Bilind û Wezareta Karên Hundir xwestiye ku cenazeyên Şêx Seîd û hevalên wî vegerînin. Lêbelê, wan ji me re got ku ew ji vê pirsgirêkê ne haydar in û tu agahdariya wan li ser tune û ne berpirsiyar in.
Qasim Elî Riza aşkira jî kir ku, "Me doz li Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê ji nû ve vekiriye û ji salekê zêdetir e ku me tu şîroveyên erênî an neyînî li ser dozê negirtiye, em ê çend mehên din jî li benda dadgehê jî bimînin. Ger ew bersiva me nedin, em ê vê dozê bibin Dadgeha Navneteweyî. Lê ez difikirim ku heya ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi awayekî nerm û dadperwer neyê meşandin, ev pirsgirêk ji bo hikûmeta Tirkiyeyê xeta sor e.
Qasim Elî Riza Neviyê Şêx Seîd dibêje: "Em, wekî malbata Şêx Seîd Pîran û komeleya wî, em bang li pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku pêwîste gelê Kurd vê xala girîng di pêvajoya aştiyê de li ber çavan bigire, da ku rûmeta neteweya Kurd bê parastinê û edalet cihê xwe bigire.
Hêjayî gotinê ye ku, di sala 1925an de, du sal piştî hilweşandina Xîlafeta Osmanî û damezrandina Komara Tirkiyeyê ya nû, Şêx Seîd Pîran, digel çend serokên din ên Kurd li Bakurê Kurdistanê, ji ber nakokiyên cuda biryar dan ku li dijî dewletê serî hildin da ku Bakurê Kurdistanê azad bike û mafên gelê Kurd bi dest bixin.
Di roja 13ê Sibata 1925an de, şoreş li piraniya deverên Bakurê Kurdistanê dest pê kir. Piştî rizgarkirina çend bajar û deverên stratejîk û rizgarkirina bajarê Amedê, lêbelê, artêşa Tirkiyê, bi hemahengiya bi artêşa Fransî ya li Sûriyeyê re, êrîşek ji nişka ve li ser Amedê ji pişt ve da destpêkirin. Di encamê de, Şêx Seîd Pîran û 46 serkirde û fermandarên din ên serhildanê dîl hatin girtin. Ew di 29ê Hezîrana heman salê de di dadgeheke leşkerî ya ûrfî de hatin îdamkirin û gorên wan hîn jî nayên zanîn û cihê wan nediyare.
Zana û şoreşgerê kurd (Şêx Seîdê Pîran) kurê Şêx Mehmûd kurê Şêx Elî ye, di sala 1862an de li navçeya Palu ya Amedê ji dayik bûye. Malbata wî serokê olî yê mezheba Neqşîbendî bûn li Bakurê Kurdistanê. Bapîrê Şêx Elî terîqeta xwe ji destê Mewlana Xalid Neqşebendî li Şamê wergirtiye.
Piştî mirina bavê xwe, Şêx Seîd dibe serokê giştî yê terîqeta Neqşebendî, ku bi hezaran şopîner (mirûd) û derwêşên wê li Bakurê Kurdistanê hebûne.
Di sala 1908an de, ew tevlî siyasetê bû û beşdarî çendîn komeleyên Kurdî bû. Her weha Şêx Seîd Pîran çendîn helbest bi zimanên Kurdî, Farisî, Tirkî û Erebî nivîsandine û rêberê olî û neteweyî yê gelê Kurd bûye.
XELAT/ Kurdistanî Nwê
