ROJAVA- Kurd û Şam
Rojnamevan Dawûd Çîçek roja yekşemê 12/10/2025 li studyoyê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di vê hevdîtinê de pêweddiyên rêveberiya kurd li Rojavayê Kurdistanê digel Şamê hat gotûbêj kirin , Dawûd Çîçek tekezî li wê yekê kir ku divê Kurd li Şamê siyaset bike û şirîkê rasteqîne ya pêşeroja Sûriyê be.
Her weha Dawûd Çîçek balkişand ser rola rewanşad Mam Celal Talebanî û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û di niha de serokê YNKê Bafil Celal Talebanî di piştevaniya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û piştgîrî û piştvaniya doza kurd li wî parçeyê Kurdistanê.
Her weha Dawûd Çîçek tekez kir ku divê heman siyaseta hakîmane ya serok Mam Celal ku li Bexdadê dimeşand divê rêveberiya Kurdî jî li Şamê heman siyasetê bimeşîne daku mafê xwe biparêze.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 19:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
Xelat
