ROJAVA- Derengketina Şanda Kurdî ji Şamê re
Serokê Tevgera Xwebûn Ebdulbaqî Yûsif, roja yekşemê 22/6/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de Serokê Tevgera Xwebûn Ebdulbaqî Yûsif bal kişand ser giringiya yekîtiya tevgera û aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên gelê kurd li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.
Her weha Ebdulbaqî Yûsif bal kişand ser bandoriya şerê di navbera Îsraîl û Îranê de li ser rewşa Sûriyê û her weha tekezî li vekişîna hêzên Tirkiyê ji nava axa Sûriyê kir.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
