HORÎ- Sedema Paşxistina Kongireya Neteweyî ya Kurdî

Siyasetmedarê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê (Dr. Seededîn Mela) ku ew ji xelkê Cezîrê bajarê Amûdê ye û niha li welatê Siwêdê dimîne, bû mêvanê Bernama HORÎ ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Dr. Seededîn Mela di vê hevpeyvînê de li ser paşxistina Kongreya Neteweyî a Kurd ku biryar bû roja înê/ 18/4/2025 li bajarê Qamişlo bihata lidarxistin axivî û diyar kir ku ev kongire gelekî giringe ji bo destnîşankirina çarenivîsa gelê Kurd li Rojava û her weha daku kurd bi yek şandî biçin digel hikûmeta demkî a Şamê giftûgo bikin.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

XELAT