HORÎ- Serok Mam Celal di çavên hunermendên Rojava de
Hunermendê kurd (Omer Şan) ku bi xwe ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û li welatê Almanyayê dijî, bû mêvanê Bernama HORÎ ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Hunermend Omer Şan di vê hevpeyvînê de behsa giringîpêdana serok Mam Celal ji huner û çanda kurdî re kir û diyar kir ku, Mam Celal gelekî giringî dida hunermend û helbestvan û nivîskaran û guhdarî stranên kurdî ên resen dikir.
Omer Şan diyar kir ku gelê kurd bi hewcedariya fikir û ramanên Mam Celale di hemû waran de bi taybetî di ware azadiya pîr û raman û pêşxistina çand û ziman û kultura kurdî.
Omer Şan ew yek jî aşkira kir ku, kilîpeke taybet li ser mezarê Mam Celal hazir kiriye û bi taybetî hat Silêmaniyê û serdana mezarê rewanşad Mam Celal û helbesta wê jî amade kiriye û kar li ser dike û di demên pêşde wê were weşandinê.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT
