ROJAVA- Peywendiyên Sûriye û Îsraîl

Siyasetmedarê kurd Salih Dedalî ku bi xwe xelkê Kobanê ye û li bajarê Hewlêrê dijî , roja yekşemê 27/7/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê .

Di wê hevdîtinê de rewşa dawî ya li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêj kirin û bi taybetî piştî rûdanên li Siwêdayê û gefên li ser kurdan û hevdîtinên di navbera hikûmeta veguhêz a Şamê û Îsraîlê de hatin gotûbêj kirin.

Salih Dedalî diyar kir ku bi sîstema navendî sûriyê birêve naçe û eger kurd wek pêkhateyekî serekî neyê naskirin û mafên wan neyê misoger kirin mafên pêkhateyên din jî metirsî li ser hene.

Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî  ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

XELAT