Hêroxan behsa kêliya kîmyabarana Helebçe dike
Hêro Îbrahîm Ehmed di hevpeyvîneke rojnamevanî de ku bi zimanê inglîzî bersîva rojnamevan dide, sebaret bi kêlîka kîmyabarankirina bajarê Helebçe diaxive û weha dibêje: Ez di xema jiyana xwe de nebûm belkû di xema jiyana zarokan bûm.
Hêro xan dibêje: Dema Helebçe bi giranî hat bombebaran kirin em li nêzîkî gundekî li çiyayên Devera Helebçe bûn û ewrekî giran ya kîmyayî biser bajêr de belav bû, me hest bi bêhna xazê kir ku hemû cih tejî bibû bi bêhna kîmyawî.
Di berdewamiya axaftina xwe de Hêroxan dibêje: Paşê ji bo me zelal bû ku ew êrîşa li ser Helebçe êrîşeke kîmyawî ye.
Li ser pirsa ku gelo bêhna xazê çawa bû dema ku hûn pê hesiyan?
Hêroxan dibêje: bêhneke gelekî nexweş bû bêhna xazê wek bêhna sîra jê dihat.
Sebaret bi pirsa rojnamevan ku gelo tu di xema jiyana xwe de nebû di wê kêlîkê de?
Hêroxan weha dibêje: Jiber ku tevahiya deverê tejî zarokên biçûk û welatiyên sivîl bûn bi wan birînan de wêneyê du welatiyên medenî me digirt, hestekî gelekî ecêb hebû ku bi wî awayî bîr li zarokan bikî di kêlîka bombebaranê de.
Xelat/ Esta
