Bilind ragirtina bîranîna komkujiya Helebçeyê
Îro roja 16-3-2026`an ku roja kîmyabarankirina bajarê Helebçeya Kurdistanî ye, stafa Xelatê jî, ev roj bi bîranîna û bi rewastandina 5 xwelekan komkujiya rêjîma beesê Êraqî ya dîktetor bi tundî şermezar kir.
Şermezarkirina roja reş ku tê de bêhtir ji 5 hezar xelkên kurd ên sivîl bûne qurbanî û bêhtir ji 10 hezar Kesan jî birîndar bûn, bû bi lekeyeke reş li ser rûpela dîroka mirovahiyê û bi taybet ê welatên zilhêz ku rêjîma Sedem Hisên pirçek û destek dikirin.
Helebçe jî wek Efrîn û Kobanî û bajarên din ku gelek zehmetî û dijwarî kişand, lê îro bû bi parêzgeha 4 mîn a Herêma Kurdistanê û ya 19 mîn a Êraqê. Sedam xwest gelê kurd bi kîmyabarankirin û enfalan jinav bibe, lê di encamê de, ew û malbata xwe û rêjîma xwe tev têkçûn û jinavçûn, lê Helebçe û gelê kurd û doza kurdî her mane û her têne vejandin.
Bîranîna Helebçe erkên hemû kurdekî ye ku di vê rojê de neyaran şermezar bikin.


Xelat
