Serokê YNK: Nabe Kurd li Sûriyê bên paşguhxistin
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ragihand ku, nabe Kurd li Sûriyê bên paşguhxistin
Bafil Celal Talebanî li Silêmaniyê pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Êraqê Stefen Hitçen kir, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û emnî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Bafil Celal Talebanî sebaret bi rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tekezî li ser parastina mafê hemû pêkhateyan di çarçoveya destûreke nû de kir û got; Nabe Kurd bê paşguhxistin û pêwîste beşdarê rasteqîne be di avakirina Sûriya de û her hewlek li derveyî vê yekê be dê ziyanê bighîne wî welatî.
XELAT
