Encumena Penaberên Rojava pîrozbahî li Ceza Seyid Mecîd kirin

Encumena Penaberên Rojava pîrozbahî li Ceza Seyid Mecîd kirin

Bi boneya wergirtina postê Kargêrê Mekteba Rêxistinan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê, şandeke Encumena Penaberên Kurdên Rojava – Sûriyê bi serokatiya Hozan Efrînî, serdana Ceza Seyîd Mecîd kirin.

Şanda encumenê pîrozbahiyên germ pêşkêşî  Kargêrê Mekteba Rêxistinan ya YNK`ê Ceza Seyîd Mecîd kirin û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwestin.

Di wê serdanê de bi amadebûna endamê mektebê (Mihemed Mêrgesorî), rewşa penaberên Kurdên Sûriyê hat gotûbêj kirin, her weha şanda encumena penaberên Rojava helwêstên berê jî yên Ceza Seyîd Mecîd ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberên Kurdên Rojava bilind nirxandin û hêvî xwestin ku berdewam bin di piştevaniya xwe de ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê.

XELAT