Jineke Kurd dibe seroka partiya desthilatdar ya Holandayê

Jineke Kurd dibe seroka partiya desthilatdar ya Holandayê

Jina Kurd ya ji Bakurê Kurdistanê "Dîlan Yeşîlgûz" ku niha Wezîra Dadê yê Holandayê ye, weke seroka partiya desthilatdar ya Holanda ya bi navê (Partiya Welatî ji bo Azadî û Wekheviyê) hat hilbijartin.

Serokê berê yê wê partiyê, ku di heman demê de Serokwezîrê Holandayê bû dest ji kar berdaye. "Dîlan Yeşîlgûz" niha yek ji namzedên herî bihêze ji bo posta serokwezîriyê Holandaye.

Hilbijartina jina Kurd weke seroka wê partiyê, şansê wê zêdetir dike ku bibe serokwezîr ev jî bûye sedema hêrsbûna çendîn partiyên Turkiyê û alîgirên wan partiyan.

"Dîlan Yeşîlgûz" ji dayîk bûya bajarê Dêrsimê ya Bakûrê Kurdistanê ye,  Yeşîlgûz çendîn car şanazî bi Kurdbûna xwe kiriye û hevkariya jinên Kurd yên Êzidî jî gelekî kiriye yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandinê.

Sekoya Kurmancî