Şerefa vekirina festîvala kulturî a Îspanya bi Silêmaniyê hat dayîn

Şerefa vekirina festîvala kulturî a Îspanya bi Silêmaniyê hat dayîn

Dezgeha Çand û Hunerê ya Nîştimanî ya Silêmaniyê beşdarî festîvaleke navdewletî ya welatê Îspanyayê bû ku ji aliyê Weqfa Şahî ya Danûstandina Çandî û Pêşxistina Mirovî ve hatibû organîzekirin.

Êvara roja 11/10/2024 di merasîma vekirina Festîvala Çandî ya (MegaExpo HISPANOCAN) de, li hola (Agüimes Auditorium GC SPAIN) li Îspanyayê, ku ji sponsorên festîvalê û çend kesayetiyên taybetî re hatibû veqetandin, Şerefa vekirina vestîvalê bi tîpa hunerî a nîştimanî a Silêmaniyê hate dayîn û tabloyekî qeşeng a kulturî bi cil û bergên kurdî hat pêşkêş kirin.

Piştre çendîn stran ji aliyê hunermendekî navdar ê wî welatî ve hatin pêşkêşkirin.

XELAT/ PUKMEDIA