Propagandaya Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê destpê kir

Propagandaya Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê destpê kir

Piştî ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên roja 20 Cotmehê wek roja hilbijartina parlemana Kurdistanê diyar kir, şeva borî 25 îlonê 2024 demjimêr 12`yî şev propagandeya hilbijartinê destpê kir

Propagandaya hilbijartinan wê heya demjimêr 12ê şeva 15ê cotmehê berdewam bibe. Komisyonê navê hezar û 191 berbijêran pejirand û berbijêr hevrikiyê ji bo bidestxistina 100 kursiyên parlementoyê dikin.

Li gorî komisyonê li Hewlêr 395, Silêmanî 516, Duhok 226 û Helebce 54 berbijêr hevrikiyê dikin, bi giştî 823 berbij zilam û 368 berbijêr jî jin in. her weha ji wan 84 berbijêrên serbixwe ne û 20 berbijêrên tirkmen û 18 jî Xiristiyanin.

Li gorî komisyonê li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 888 hezar û 162 kes dikarin deng bidin û ji wan milyonek û 78 hezar û 687 dengdêr li parêzgeha Silêmaniyê ne, milyonek û 11 hezar û 348 ji wan li Hewlêrê û 735 hezar û 543 li Duhokê û 62 hezar û 584 dengdêr li parêzgeha Helebceyê ne.

Hêjayî gotinê ye ku, Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê YNK`ê jî 172 namzet li her çar bazinên hilbijartinê li (Hewlêr, Silêmaniyê û Duhok û Helebçe) berbijêr kirine ku, ji wan 72 li Silêmaniyê, 64 li Hewlêrê, 30 li Duhokê û 6 jî li Helebce. Ji %36ê namzedên YNKê jin in.

XELAT