Brîtanya komkujiya Êzdiyan wek cenosîd naskir

Brîtanya komkujiya Êzdiyan wek cenosîd naskir

Hikûmeta Brîtanya bi nêzîkbûna nehemîn salvegera dagirkirina Şengalê ji aliyê terorîstên DAIŞ ve, bi fermî Tawana komkujiya Êzdiyan bi cenisîd naskir.

Wezareta Derve ya Brîtaniya di daxuyaniyekê de ragihand, Hikûmeta Brîtanya komkujiya Êzdiyan bi fermî bi cenosîd naskir ku bi egera cudabûna baweriyên olî, terorsîtên DAIŞ`ê devera Şengalê kiribû armanc û çendîn tawan li hemberî wan pêkanînn wek kuştin û hevsergîriya bi zorê û bikaranîna wan weku koleyên zayendî.

Di wê derbarê de, Wezîrê Dewleta Brîtanya ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn (Tariq Ehmed) ragihand ku, Êzdiyan li ser destê DAIŞ êş û azareke mezin dîtine û encamên wê heya niha berdewamin û bandora wan li ser Êzdiyan maye.

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdisstanê YNK`ê jî bi boneya salvegera cenosîda Êzdiyan daxuyaniyek belav kir û têde radighîne ku, erkê hemû aliyan e ku Şengalê û derdora wê ji hemû metirsiyan û gefan biparêzin.

 Her weha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, hîna birînên tawana komkujiya Êzdiyan bi temamî nehatiye derman kirin çûnkî piştî rizgarbûna wê ji destê DAIŞ lê hîna wek pêwîst destê avadaniyê negihêştiye wê deverê û xelkekî zor li nava kamp û çadiran de di jiyaneke zehmet de dijîn.

Roja 3/8/2014`an terorîstên DAIŞ`ê navçeya Şengalê û derdora wê dagîr kirin û tawaneke mezin li hemberî wan encam dan ku li gor jêderên ne fermi terorîstan zêdetir ji 3200 Kurdên Êzdî kuştin û nêzîkî 7 hezar Êzdî jî revandin ku piraniya wan jin û zarok bûne û heta niha jî hêjmarek ji wan nehatine rizgarkirin û windayîne.

Navçeya Şengalê yek ji navçeyên parzêgeha Neynewa ye ku dikeve sinorê Herêma Kurdistanê navenda bajarê Şengalê jî Kurdên Êzdî ne.

Jêder: PUKMEDIA

 Sekoya kurmancî