Sosyal Demokrata Siwêdî li mekteba ragihandinê panêlek lidarxist

Sosyal Demokrata Siwêdî li mekteba ragihandinê panêlek lidarxist

Roja 20/11/2023 bi amadebûna berpirsê bored ragihandin Letîf Nêrweyî û berpirsê bordê hoşyarî Necmedîn Feqe û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Siwêdê Şoreş Qadir û hêjmareke berçav ji kadirên ragihandin û hoşyarî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, panêlek ji bo şanda Partiya Sosyal Demokrat a Siwêdî li Salona Kurdistana Nû li bajarê Silêmaniyê birêveçû.

Şanda Partiya Sosyal Demokrat a Siwêdî pêkhatibû ji Serokê Herêma Orîbor ya Siwêdê û berpirsê Projeyên Sosyal Demokrat a Siwêdî (Torgî Larson) û rahênerê navdewletî Lariş Îrik û Heval Ferheng endamê Herêma Orîbor û rêkxerê projeyên YNK`ê û Sosyal Demokrat a Siwêdî.

Destpêkê Letîf Nêrweyî gotinek pêşkêş kir û têde tekezî li ser giringiya van corên semîner û panêlan kir ji bo kadirên YNK`ê bi taybetî ku YNK`ê bi xwe hizbekî sosyal demokrate û endamê aktîv yê Sosyal demokratên Cîhanê ye.

Piştre jî endamên şandê her yek ji aliyê xwe ve behsa ezmûnê karê sosyal demokrata Siwêdî kirin û bal kişandin ser giringiya wan peywendiyan ku piştî pêncemîn kongireya YNK`ê li gel Sosyal Demokratên Siwêdê dirust bûne.

XELAT