Bafil Talebanî: Kurdistan biheşte eger em baş birêve bibin

Bafil Talebanî: Kurdistan biheşte eger em baş birêve bibin

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê (Bafil Celal Talebanî) beşdarî di yekem karnevala mezin a nasandina namzetên parlemana Kurdistanê de kir û têde ragihand, Kurdistan biheşte eger em baş birêve bibin û miletekî me yê dilsoz û jêhatî heye.

Bafil Celal Talebanî got; di 17 salên borî de 750 hezar ciwanên me welatê xwe bi cî hêştin û derketin, ji ber vê yekê em dibêjin divê em vê rewşê biguherînin û rast bikin.

Serokê YNK`ê tekez li wê yekê jî kir û weha pêde çû: Ji ber ku petrola me heye eger em baş bimeşînin ev welat biheşte, gaz û ava me heye, miletekî me yê dilsoz û jêhatî heye, yên ku heta niha deng nedane û aciz in, vê carê herin deng bidin.

Her weha Bafil Celal Talebanî bang li xelkê Kurdistanê kir û got; Dengê xwe bidin partiya ku dibêje ezê tiştekî bikim, dengê xwe bidin partiya ku niha tenê dengê xwe li Bexdayê dixwe û hesab jêre tê kirin, partiya ku dikare mûçeyê we û jiyaneke xweş ji were dabîn bike, ku ew jî YNK`ê partiya Mam Celal e.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi lîsta jimare 129 beşdarî di hilbijartinên perlamanê Kurdistanê de dike li her çar bazinên (Hewlêr , Silêmanî, Duhok û Helebçe) û bi 172 namzetan hevrikiya hilbijartinan dike.

Namzetên YNK`ê li bazina Hewlêrê 64 namzetin, li Silêmanî 72 namzet, li Duhokê 30 û li Helebçe bi 6 namzetan beşdariyê di hilbijartinan de dike.

XELAT