Malpera Xelat û Gelawêj li ser projeyeke hevbeş gotûbêj kirin

Malpera Xelat û Gelawêj li ser projeyeke hevbeş gotûbêj kirin

Îro roja çarşemê 29-11-2023`an li navenda Sekoya Kurmancî li bajarê Silêmaniyê, Sernûserê malpera Xelatê û sernûserê malpera Gelawêj ya Gelawêj xanê li ser projeyeke hevbeş gotûbêj kirin.

Bi amadebûna pêşkêşkara bernameya (Jiyana Kurmanca) Roşîn Serêkanî, sernûserê Xelatê (Hozan Efrînî) û sernûserê malpera Gelewêjxanê (Dr. Jîno Abdula) piştî gotûbêjan li ser projeya hevbeş di navbera malpera Xelatê û ya Gelawêjê de hat gotûbêj kirin.

Di wê projeya ku hatiye gotûbêj kirin de, wê roman û çîrok û bîreweriyên Gelewêj xanê ji zimanên din bo kurmancî latînî bêne wergerandin û weşandin.

Her weha xala duyemîn jî ewe ku dê mêzgirtineke taybet ya malpera Gelawêj  ji bo kurmancî bê terxan kirinê.

Xelat