Koçberên Efrînê wê vegerin axa xwe
Li gorî benda 5`mîn ya ji xalên 8 ên ku di navbera Mezlum Ebdî û Ehmed Şerih li ser lihevkirine ku hemû koçberên Sûrî vegerin ser axa xwe û li gel gerantiya jiyana wan û peydakirina aramî û hêminî.
Ji ber wê jî, lîjneyeke ji Asayîşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê û ji Ewlekariya Giştî ya Sûriye sardana Efrînê kirin.
Di wê serdanê de, şanda serdangêr sardana rêvebiriya giştî ya Efrînê kir û pişt re jî, cêgirê berpirsê ewlekariya giştî Siyamend Efrîn sardana gundê xwe Zerê li bajaroka Bilbilê kir û ji xelkên Efrînê re nameya vegereke aram û hemin da, nameya han, vejandina giyaneke geş saz kir ku bi awayekî serfiraz wê koçberên Efrînê yên ku li Hesekê û Qamişlo û Dêrik û Kobaniyê ne, wê vegerin ser axa Efrînê. Vê pêngavê dilê piraniya Efrîniyan xweş kir ku hêvî bi wan re saz kir.
Xelat
