Bîranînek kurt ji zarokekî Enfal ji bo dîrokê
Ragihandakarekî kurd bîranîneke kurt ji bo dîrokê vedibêje ku di serdema Enfalê de zarok bû weha dibêje; "Piştî tawan û cenosîda Enfalê û qonaxên yek li dûv yek ya qirkirina gelê Kurd, mirovê mezin û rêber û serkirde û bav, rewanşad serok (Mam Celal), erkê min û bi dehan hezar zarokên Enfal û yên ji ber Enfalê sêwî man girte stûyê xwe."
Zimnako Yahya, li ser rûpela xwe ya torên civakî nivîsiye: "Di wê demê de take çavkaniya dahata û jiyana wan tenê mûçeyek bû ku ji aliyê Mam Celal ve dihate dayînê. Di salvegera 36 saliya Tawana Enfalê de em bejna xwe ji bo cane şehîdên Enfalê û Serok Mam Celal ditewînin.
Hêvîdarin di vê bîranînê de, hemû serok û serkirdeyên îro jî bi heman giyanê dilsozê Mam Celal, bi bavkane û bi peroşane di xema şehîdên Enfal û gelê Kurd bin û di karên xwe de pêşeng bin."
XELAT