Konferanseke Zanistî Ji Bo Serok MAM CELAL tê lidarxistin

Konferanseke Zanistî Ji Bo Serok MAM CELAL tê lidarxistin

Bi serpereştiya serokê zanîngeha Silêmaniyê Pro.Dr. Kosar Mihemed û bi hemahengî li gel Saziya Serok Celal Talebanî û 9 zanîngehên din ên Herêma Kurdistanê, konferanseke zanisît ya navneteweyî sebaret bi dîroka jiyan û xebat û karê rêxistinî û ramyarî yê Serok Mam Celal li zanîngeha Silêmaniyê dê bê organîze kirinê.

Di wê konferansê de ku biryare sala bê birêve biçê de, bi awayekî zanistî hewlên Serok Mam Celal Talebanî yên di biwarê mafê mirov û dîplomasî û rizgarbûna Kurdistanê ji bin destê dîktatoriyetê û damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bê ronî kirin. Her weha rola Mam Celal di avakirina Êraqeke demokrat û federal û hewlên xwe ji bo aştî û bûn bi yekemîn serokomarê hilbijartî yê Êraqê dê bê ronî kirin.

Armanca konferansê nasandina dunyabîniya serok Mam Celal e di warê rêvebirin û kesayetiya ramyarî û ramanî û yasayî û dîplomasî ya serok Celal Talebanî ye, serbarê rol û karîgerî û bandora xwe di dîroka tevgera rizgarîxwaz ya Kurdî û Kurdistanî de.

 Jêder: Kurdistanî Nwê

XELAT