Birayê Rojnamevan û Nivîskar Hozan Efrînî koça dawî kir
Duh roja duşemê 2/12/2024, mamosta (Ebdulrehman Xelîl Murşid) birayê (Hozan Efrînî) Sernivîserê Rojnameya Xelat û Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, li herêma Şehba ya parêzgeha Helebê koça dawî kir.
Merasîma pirsê û serxweşiyê, îro roja sêşemê li baregeha Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li taxa Şêx Mihyedîn ya bajarê Silêmaniyê birêve diçe.
Bi navê Stafa rojnameya Xelatê em serxweşiyê li malbata Murşid û sernivîserê Xelatê rojnamevan û nivîskar Hozan Efrînî dikin û xwedê sebr û hedarê bide û Xwedayê mezin rihmetî bi bihheşta perîn şad bike.
XELAT