Festîvala Hinaran û Payîzê ya Helebçe Wek Boneyeke Nîştîmanî ye
10.mîn festîvala (Hinaran û Payîzê) a bajarê Helebçe 3`ê rojan domandiye û nêzîkî 300 hezar kesan ji hemû deverên Herêma Kurdistanê serdana festîvalê kirine.
Berpirsê ragihandina çandiniya Helebçe di konferanseke rojnamevanî de diyar kir ku, 300 hezar kesan serdana festîvala îsal kirine û dahata festîvalê milyarek û 435 milyon dînar bûye.
Li gorî wezareta çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, berhemê hinaran li Herêma Kurtdistanê salane 80 hezar tone û jê 30 hezar ton li parêzgeha Helebçe tê berhem anînê.
XELAT