Xanima Yekem a Êraqê serdana kampa penaberên Rojava kir

Xanima Yekem a Êraqê serdana kampa penaberên Rojava kir

Xanima Yekem ya Êraqê "Şanaz Îbrahîm Ehmed" serdana kampa Barîka ya Erbetê ya parêzgeha Silêmaniyê a penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistnê kir û beşdarî di çalakiyên Rêxistina Zarokparêzên Kurdistanê jî kir, her weha bi çalakiyên zarokên kampê gelekî şabû.

Di wê derbarê de "Şanaz Xan" aniye ziman ku bi hevdîtina xwe bi penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li kampa Erbetê pir kêfxweş bûye û dibêje, ew kamp di bin rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê di 2014`an de hatiye avakirin û 2 hezar û 236 malbatên ji Sûriyeyê reviyane lê bicih bûne û cihekî ewle û arame jibo penaberan.

Her weha aniye ziman ku Rêxistina Zarokparêzên Kurdistanê gelek xizmetguzarî pêşkêşî kampê kirine jibo pêgihadina zarokan di warê mûzîk û huner û werzişê. Şanaz Xan kêfxweşiya xwe aniye ziman ku di lîstikeke topa piyan ya zarokan amade bûye û xelat li ser tîma serkeftî belav kiriye.

Sekoya Kurmancî