Li Kerkûkê goreke komî ya Enfalkiriyan hatiye dîtin

Li Kerkûkê goreke komî ya Enfalkiriyan hatiye dîtin

Li nêzîkî Kerkûkê goreke komî ya Enfalkiriyan hatiye dîtin ku tê payîn zêdetirî hezar gorî li xwe digre.

Rojnamevan û çalakvanê biwarê cenosîdê (Hêmin Hesîb), ji Dengê Gelê Kurdistanê re got ku, ew sê mehin berdewam lêkolîn li ser gorên xizmên xwe ên Enfalkirî ên li sinorê parêzgeha Kerkûkê dikin.

Diyar jî kir ku; Gora komî a li Kerkukê ku çend rûfatên qurbaniyên Enfalê lê hatine veşartin û hatina niha nedihat zanîn, hat dîtin.

Bi gotina wî çalakvanî, ew gora komî li devereke dûr li derdora gundê Topzawa ye û ji nêzîkî (100) donim erd pêk tê û zêdetirî hezar gor têde hene, ku hemû jî bi bê kêlin. 

XELAT/ DGK radyo