Komkujiya Şengalê li salona Kurdistanî Nwê hat bibîranîn
Îro yekşeme 3/8/2025 ku hevdeme digel 11emîn salvegera komkujiya gelê me yê Êzîdî li Şengalê borda ragihandinê semînerek bi navnîşanê (Jenosîdkirina Şengalê birîneke nayê ji bîrkirin) li dar xist.
Di semîner de her yek ji berpirsê borda ragihandinê Letîf Nêrweyî, Hakim Qasim û her weha Helo Pênciwînî ku şahîdekî zindî di dema êrîşa ser Şengalê li wir bûye û rolekî wî yê giring di parastina xelkê Şengalê de hebûye.
Her weha di semînerê de behsa Komkujiya Şengalê û rewşa xelkê me yê Êzîdî hate kirin ku, divê karê cidî li ser keysa komkujiyê were kirin daku wek jenosîd were naskirin û xelkê Şengalê vegere ser mal û gundên xwe û xizmeta deverê were kirin û zererdîtiyên komkujiyê werin qerebû kirin.








XELAT
