Bafil Celal Talebanî: Tiştên ku li Sûriye û Rojava diqewimin nayên qebûlkirin

Bafil Celal Talebanî: Tiştên ku li Sûriye û Rojava diqewimin nayên qebûlkirin

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Bafil Celal Talebanî ragihand tiştên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diqewimin nayên qebûlkirin û divê werin rawestandin.

Bafil Celal Talebanî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li ser gelê Kurd peyamek weşand û ev jî naveroka peyama YNKê ye:

 "Tiştên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diqewimin nayên qebûlkirin û divê werin rawestandin. Em van kiryarên hovane yên li dijî gelê Kurd bi tundî şermezar dikin.

Gelê Kurd bêdeng namîne û paşguh nake.

Rojava di şerê li dijî DAIŞê de bi hezaran kur û keçên xwe winda kirin, cîhan parastin û bedelên giran dan. Ew hêjayî rêz, rûmet û parastina rastîn in.

Ez bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û gelê Amerîkayê dikim ku bê dudilî û bi berpirsiyarî tevbigerin da ku sivîlan biparêzin û aramiyê vegerînin."

 

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

20/01/2026

Xelat