Zarokekî Rojava yekem li Kurdistanê û Êraqê biserket

Zarokekî Rojava yekem li Kurdistanê û Êraqê biserket

(Diyab Adil) ji kurdên penaber ê Rojavayê Kurdistanê dikanî di pêşbirkiya olumpiyeta navnetewî ya bîrkarî û hizirî de pileya yekemîn li ser asta Herêma Kurdistanê û Êraqê bidest bixîne.

Di wê barê de, (Adil Qamişlo) li bajarê Silêmaniyê ji malpera "Xelat" re ragihand ku lawê wî (Diyab Adil) ku xwendekarê peymangeha Balayî ye karî di pêşbirkiya Olumpiyeta Navnetewî ya bîrkarî û hizirî de, pileya yekemîn li ser asta Herêma Kurdistanê û Êraqê bi pileya nayab bidest bîne.

Bi vê boneyê em wek stafa (Xelata Kurmancî) germtirîn pîrozbahiyan arastey zarokê kurd ê Rojavayê Kurdistanê yê penaber dikin û serfirazî û serkeftinê jê re dixwazin.

Sekoya Kurmancî