Sekoya Kurmancî 30 saliya (Al-Marsad) pîroz kir

Sekoya Kurmancî 30 saliya (Al-Marsad) pîroz kir

Îro roja sêşemê 12/3/2024 şandeke Sekoya Kurmancî serdanî nûsîngeha kovara (Almarsad) ya li baregeha borda ragihandina YNK`ê li bajarê Silêmaniyê kirin.

Şanda Sekoya Kurmancî ji aliyê berpirsê (Al-Marsad) Mihemed Şêx Osman ve hate pêşwazî kirin.

Şanda Sekoya Kurmancî ku pêkhatibû ji berpirsê Sekoya Kurmancî (Hozan Efrînî) û cîgirê sernivîserê Xelatê (Dawûd Çîçek) û pêşkêşkara bernama (Jiyana Kurmanca) mamosta (Roşîn Serêkanî), bi boneya 30 saliya salvegera derçûna kovarê germtirîn pîrozahî pêşkêşî stafa (Al-Marsad) kirin.

Di wê hevdîtînê de giringiya Al -Marsad û rola wê di gîhandina zanyarî û raportên Kurdistanî û Êraqî û cîhanî de hate gotûbêj kirin.

 

XELAT