Ragihandkar ji bo Roja Şehîdên YNK`ê bi bêdengî rawestiyan

Ragihandkar ji bo Roja Şehîdên YNK`ê bi bêdengî rawestiyan

Îro 21/11 mîdyakarên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li baregeha borda ragihandinê li bajarê Silêmaniyê bi merasîmekê çend xulekekê ji bo canê şehîdan rawestiyan, soz û wefa û pabendbûna xwe ji bo xwîna şehîdan û rê û rêbaza şehîdan, YNK`ê û Serok Mam Celal dupat kirin.

Di merasîmê de endamê serkirdayetiya YNK`ê û berpirsê bordê ragihandinê Heval Letîf Nêrweyî, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê bi hizba şehîdan binav kir û got; tenê roja 21/11 roja şehîdên YNK`ê nîne, belku hemû rojekê tekoşer û nemirên YNK`ê xwîna xwe ji bo Kurdistanê û Kurdayetiyê bexşîne û li hemû bostekî axa nîştiman canfîdayî nîşan dane, dupat jî kir ku wek hertim li ser rêbaz û rêya şehîdan berdewam dibin li ser karwanê xebata YNK`ê û Kurdayetiyê didin.

Foto: Vînos Tofîq

XELAT