Serok Bafil: Divê karê pêşîn parastina jiyana xelkê be

Serok Bafil: Divê karê pêşîn parastina jiyana xelkê be

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî serpereştiya civîneke ewlehiyê ya bilind kir.
Di civînê de guhertinên ewlehî û hemahengiyên leşkerî û hewalgerî di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê de hatine gotûbêj kirin. 
Her wiha tekez li ser yekxistina hewlên ji bo parastina aramiya Herêmê û jiyana welatiyan hat kirin.
Serok Bafil  di civînê de ronahî xiste ser erk û berpirsyarityên hêzên ewlehiyê û ragihand: “Divê karê pêşîn yê hêzên ewlekariyê di hemû qonaxan de parastina jiyana xelkê û bicihanîna yasayê be. Bi tu awayî nabe derfet ji binpêkirinan û şikandina yasayê re bê dayîn û dive bi tundtirîn şêwe li dijî wê rawestin. 
Di dawiya wê civînê de, Serok Bafil Celal Talebanî aşkire kir: “Ez di wê baweriyê deme ku bi piştevanî û alîkariya hemûyan dikarîn di astê wan berpirsyartiyên nîştimanî de bin û dîrokeke geş tomar bikin wekî ku me her car kiriye.”