Bi boneya 33`mîn salvegera serhildanê peyamek ji Serokê YNKê

Bi boneya 33`mîn salvegera serhildanê peyamek ji Serokê YNKê

Bi boneya 33`mîn salvegera serhildana gelê Kurdistanê ku ji bajarê Ranya roja 5/3/1991 destpê kir û li hemû bajar û bajarokên başûrê Kurdistanê belav bû, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê Bafil Celal Talebanî peyameka pîrozbahiyê pêşkêşî cemawerê xweşewîst û berxwedêr ya bajarê Ranya û devera Raperînê kir.

Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî ragihand, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û xelkê Kurdistanê bi şanazî li bîranîna serhildanê dikin û got; wekî ku me soz daye û soza xwe dubare dikin ku YNK`ê ew hêza nîne û nabe ku xelkê xwe paşguh bixe. Got jî "Me pêngavên bi bandor ji bo jiyan û guzerana xelkê Kurdistanê avêtiye û encamên wan pêgavan jî li cem xelkê ron û zelal e".

Bafil Celal Talebanî tekez li wê yekê jî kir ku, armanca YNK`ê serfirazî û parastina gel û axa Kurdistanê ye.

Hêjayî gotinê ye ku, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi rêberiya rewanşad Mam Celal endazyarê serhildan û raperîna sala 1991`an bûn ku ev azadiya ku îro heye bi saya xebat û tekoşîn û xwîna bi hezaran şehîdên gelê Kurdistanê çêbûye.

 

XELAT