Li ser projeya Kurmancî "Dilşa Yûsif" spasiya Stran Ebdula kir

Li ser projeya Kurmancî "Dilşa Yûsif" spasiya Stran Ebdula kir

Rojnamevan û Helbestvan û nivîskara Kurd "Dilşa Yûsif" serdana Mekteba Ragihandina  ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kir û derbarê damezrandina projeya Kurmancî ya bi navê (Sekoya Kurmancî) ku taybete bi vejandina zeravaya Kurmancî û komkirina rewşenbîr û rojnamevan û hunermend û helbestvanên kurmanc li Kurdistan û li henderan, spasiya Berpirsê Mekteba Ragihandinê (Stran Ebdula) kir.

Ji aliyê xwe ve jî Endamê Politburoya (YNK)ê Stran Ebdula jî bi germî bi xêrhatina rojnamevana Kurd a Rojavayê Kurdistanê "Dilşa Yûsif" kir ku ji welatê Siwêdê hatiye, Dilşa Yûsif derbarê rola mekteba ragihandinê di piştîvaniya zeravayê Kurmancî de anî ser ziman û ragihand: (Ev erkê me ye ku em xwedî li ziman û çanda gelê xwe derdekevin û emê piştevan bin.

Her weha berpirsê Sekoya Kurmancî (Hozan Efrînî) jî destxweşî li mekteba ragihandinê kir ku roleke mezin ji bo vejandina zeravaya kurmancî dibîne û stayîşa rola berpirsê Mekteba Ragihandinê kak (Stran Ebdula) kir û hêvî kir ku bi riya rola Dilşa Yûsif (Sekoya Kurmancî) di nava Kurdên Siwîdê de pir çalak be û hemahengiyeke baştir û bihêztir dirêjpêder bin.

Di berdewamiya serdanên xwe de Dilşa Yûsif serdana Endamên Mekteba Ragihandinê jî kir ku ji  her yek li (Karwan Enwer, Ata Kerîm, Mela Aryan, Mihemed Şêx Osman) pêkhatibûn.