Roja Cîhanî ya Penaberan li Silêmaniyê hat pîroz kirin
Bi amadebûna hêjmarek ji penaberên Kurd ku ji aliyê Encûmena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriyê û Encûmena Penaberên Rojhilatê Kurdistanê ve hatibûn vexwendin festîvala Roja Cîhanê ya Penaberan li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.
Di festîvalê de Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebu Bekir gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser êş û azarên penaberan li dûrî welatê xwe û hêvî xwest ku rojek were bi aramî vegerin cih û warên xwe.
Her weha di çarçoveya merasîmê de Birêveberê Rêxistina Geşepêdan û Medeniyetê (CDO) Bextiyar Ehmed ji aliyê Serokê Encûmena Penaberên Kurdên Rojava- Sûriyê Hozan Efrînî ve hate xelat kirin. Hozan Efrînî ragihand ku, Rêxistina (CDO) ji sala 2011 ve gelek xizmet pêşkêşî penaberên Rojavayê Kurdistanê kiriye û ew jî cihê rêz û teqdîrê û li ser wî bîngehî em CDO bi şayîsteyê vê xelatê dibînin.
Festîval bi pêşkêşkirina hin çalakiyên hunerî û wênekêşanê ji saat 6 ta 8 dewam kirin û pêşangeha karên destî û pêşangeha fortografan û xwarinên Kurdewarî berdewambû ta saat 10`ê şevê.
Festîvala Roja cîhanî ya Penaberan li Silêmanî ya xwerin û vexwerin û nîşandana berhemên navxweyî yê penaberên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Encumena Penaberên kurdên Rojava-Sûriye û CDO û Rêvebiriya Rewşenbîrî û Rêvebirê beşa Zarokan ê rewşenbîrî û Encumena Penaberên Rojhilat ve birêve çû ye.