Hinarên Helebçe û Zaxo gihêştin bazarên Fransa û Birîtanya

Hinarên Helebçe û Zaxo gihêştin bazarên Fransa û Birîtanya

Hinarên xwemalî yên deverên Helebçe û Zaxo hinardeyî bazarên welatê Fransa û Birîtanyayê hatine kirin.

Li gorî malpera Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê di qonaxa yekem de bi qasî 100 ton hinar hatine hinartin ji bo Fransa û Brîtanyayê û pêşbînî tê kirin ku zêdetir li hezar ton hinar ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê bên hinarde kirin.

Hêjayî gotinê ye ku sala borî bi qasî 2 hezar ton hinar ji bo bazarên welatên Kendava Erebî bi taybetî jî Îmaratê hatibû hinarde kirin.

XELAT