Derbarê pirtûka Mam li Şam gotûbêjek li Xelatê
Îro şeme 17-2-2024 nivîskarê pirtûka Mam li Şam mamosta (Elî Şemdîn) serdana sekoya kurmancî ya li baregeha borda ragihandina YNK`ê kir û ji aliyê sernivîserê rojname û malpera Xelatê Hozan Efrînî ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de gotûbêja giringiya pirtûka Mam Li Şamê hate kirin ku behsa qonaxên giring ji xebat û tekoşîna rewanşad Serok Mam Celal ya şoreşa nû nîşan dide.
Her weha behsa wê yekê hate kirin ku pirtûka Mam li Şam bi zimanê Kurdî (Soranî û Kurmancî) her weha bi Erebî wê were weşandinê.
Di wê hevdîtinê de her yek li mamosta Ridwan Şêxo û cîgirê sernivîserê Xelat (Dawûd Çîçek) û pêşkêşkara bernama (Jiyana Kurmanca) mamosta (Roşîn Serêkanî) jî amade bûn.

XELAT
