Kerkûkiyan gotina xwe kirin û gotin: Em Kurdistanî ne

Kerkûkiyan gotina xwe kirin û gotin: Em Kurdistanî ne

Ji bo careke din bidestxistina erkê parêzgarê bajêr û hilbijartina endamên encumena parêzgehê, bi hezaran xelkê Kerkûkê ku ala YNK`ê û wêneyên rewamşad serok Mam Celal bilind hildabûn û bang dikirin ;(Em Kurdistanî ne).


Îro pêncşemê 14-12-2023 piştî danê nîvro bi beşdariya serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî kernevalekî cemawerî ya mezin li Kerkûka qudsa Kurdistanê ji bo serxistina hevpeymaniya (Kerkûk hêz û vîna me ye) hat lidarxistin.


Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talebanî jî gotarek pêşkêş kir û got: (Kerkûk qudsa Kurdistanê emaneta serok Mam Celale û emê wek çavên xwe diparêzin û qet û qet bi tenê nahêlin.


 Serokê YNK`ê daxwaz ji xelkê Kerkûkê jî kir ku biçin ser sindoqên dengdanê çûnkî bi dengên xwe dikarin parêzgarekî Kurd ji bo bajarê xwe hilbijêrin.


Bafil Celal Talebanî bang li xelkê Kerkûkê kir û got: Hûn dengê xwe bidin û hêz bidin me û şerê Kurdistanîbûna Kerkûkê ji me re bihêlin.

XELAT