Hozan Efrînî: Alîkariyên darayî neghîştine penaberan

Hozan Efrînî: Alîkariyên darayî neghîştine penaberan

Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye ji Malpera Xelat a Kurmancî re ragihand: Heya niha ti alîkariyên zivistanê ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê ên penaxwaz nehatine pêşkêş kirin û daxwaz kir ku bi zuhtirîn dem, ew mafên darayî yê penaxwazan werin dayîn.

Di wê barê de, serokê Encumenê (Hozan Efrînî) îro roja yekşemê 21-1-2024`an di daxuyaniyeke taybet de ku ji malpera Xelatê re daye ragihandin ku, ji aliyên peywendîdar û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbuyî xwest ku di karên xwe yên mirovî de zelal bin û tekez kir ku heya niha ti alîkariyên demsala zivistanê bi taybetî 480 hezar dînar ku li cihê sûtemeniyê ye neghîştine penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê di hundirî Herêma Kurdistanê de.

Xelat