Kenala Gelê Kurdistanê di asta yekemînan de ye

Kenala Gelê Kurdistanê di asta yekemînan de ye

Kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê di nava kenalên hizbî de ku ser bi (YNK)`ê ye, pir bînertirîn kenale û  di nav tevahiya kenalên asmanî yên xwecihî yên herêmê de di pileya pêncem de ye.

Li gorî rapirsiya navendeke akademîk a taybet bi karê medyayê, ji bo kanalên ku herî zêde li Herêma Kurdistanê tên temaşe kirin, kenala Gelê Kurdistanê di nava zêdetirî 35 kenalên asmanî û bi dehan kanalên xwecihî (lokalî) de di rêza pêncem de ye û yekemîn kanala hizbiye ye ku herî zêde tê temaşekirin.

Di rapirsiyê de derketiye holê ku Gelê Kurdistan (GK.tv) yekem kanala fermî ya hizbî ye li Herêma Kurdistanê ku herî zêde temaşevan kom dike.

Hêjayî gotinê ye ku kenala Gelê Kurdistanê giringiyê dide çand û huner û kultura Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê û xizmeta doza gelê kurd bi giştî dike.

Bi navê stafa sekoya kurmancî û kovara Xelatê ya elektronî em pîrozbahiyê li kenala Gelê Kurdistanê dikin û serkeftinên zêdetir jêre dixwazin.

XELAT