Rêxistina `Baranan` piştîvaniya penaxwezên Rojava kir

Rêxistina `Baranan` piştîvaniya penaxwezên Rojava kir

Îro sêşemê li bajarê Silêmaniyê, serokê Rêxistina Baranan ya karûbarên alîkariya mirovî serdana baregeha giştî ya Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Her weha serokê Rêxistina Baranan ya karûbarên alîkariya mirovî (Simko Cebarî) serdana baregeha giştî ya Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir û ji aliyê serokê Encumenê û endama desteya rêvebir a Encumenê ve hat pêşwazî kirin.

Di wê civînê de, herdu aliyan li ser rewşa penabxwez û penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê ên li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Simko Cebarî, derbarê karûbarên penaxwezî û mirovî nerîna xwe anî ser ziman û tekez kir ku pêwîste bi hişyarî rewşa penaxwazan were şopandin û bi taybetî piştî ketina rêjîma Baas a Sûrî û piştîvaniya rêxistina Hawar ji bo penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dupat kir.

Ji aliyê xwe ve jî, serokê Encumana Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye (Hozan Efrînî) jî tekez li ser girîngiya piştîvanîkirina alî û rêxistinên sivîl û mafperwerî ji bona penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê re kir û spasiya hemû aliyekî kir ku piştîvan bin.

Xelat-Roşîn Serêkanî