Dema Berhemên Zeytûnan hat

Dema Berhemên Zeytûnan hat

Li Efrînê her sal, wek vê demê, xelkên Efrînê dest bi çinîna berhemên zeytûnan dikin. Lê mixabin, ji sala 2018`an û vir ve, rewşa çinîna zeytûnan hat guhertin û bi taybet piştî ku her tişt kete jêr destên komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve.

Li herêma Efrînê beriya were dagîrkirin bi qasî 20 milyon darên zeytûnan hebûn ku ji wan 15 milyon dar berhemdar bûn û ên din jî biçûk û hîn dema berhemdanê nînin.

Li gorî çavdêrên aborî ên kurd li Efrînê ku her sal di dema destpêkirina berhemên zeytûnan de, komên çekdar ên li Efrînê ku ser bi Tirkiyê ne, dest bi derxistina kêşe û aloziyan dikin. Car heye bi xwe bi xwe bihev dikevin û car heye bi fişara ser gel tevdigerin. Armanca wan ew e ku êdî ew berhemên zeytûnan nekevin xizmeta gel.

Çavdêrên aborî dibêjin ku xelkên Efrînê beriya 2018`an, zû bi zû dest bi çinîna berhemên zeytûnan nedikirin, lê niha zû dest pê dikin ji ber ku komên çekdar dest bi dizîn û tevlîhevkirinê dikin û nahêlin ew sûd ji berhemên zeytûnan bigrin.

Îsal jî li gundê Kaxrê ya ser bi bajaroka Mabata çekdarên ser bi Emşatê dest bi êrişkirina li ser jinên gund ên kurd kirin û komkujiyek encam dan û rastiya hovîtiya xwe nîşan dan. Ev yek dibe sedema ku tirs û nelihevî di nava xelkê de bê çêkirin.

Çavdêr dibêjin ku ber’ sala 2018`an xelkên Efrînê ne xema xwe bûn, her tişt jê re hatibûn parastin û ne diz û ne jî çekdarên li dervayî yasayê di hole de tunebûn û rewşa xelkê herêmê aram û zelal bû.

XELAT