Li Qamişlo 264 Xwendekarên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan derçûn
Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo derçûna 264 xwendekaran li bajarê Qamişloyê şahiyek li dar xist.
Xwendekarên derçuyî yên beşên (Zimanê Kurdî, Ingilîzî, Bîrkarî, Zanyariya Giştî, Werzîş, Wênesazî û Mûzîk û Endustirî bi beşên xwe yên komputer û mekanîka erebeyan) bi cilên taybet bi derçûnê amadebûn.
Merasîm bi xelatkirina 17 xwendekarên serkeftî yên 8 beşan bi dawî bû.
Hêjayî gotinê ye ku xwendina li Rojavayê Kurdistanê li herêmên jêr desthilata Rêveberiya Xweser bi zimanê kurdî ya zaravayê kurmancî ye.
XELAT