Bafil Celal Talebanî: Kesûkarên şehîdan xudanê rasteqîne ya YNK`ê ne
Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî bi boneya 21/11 Roja Şehîdan ya YNK`ê peyamek weşand û têde ragihand ku, Kesûkarên şehîdan xudanê rasteqîne ya YNK`ê ne.
Eve jî naveroka peyamê ye:
"Îro bi xweşewîsît û wefadariya berdewam şehîdên YNK`ê bi bîr tînin û silav û rêzên xwe ji bo dilsozî û berxwedana kesûkarên serbilindên şehîdan dişînin.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hertim sembola xebat û tekoşîn bûye, fîdekarî û şehîd bexşîne ji bo axa me û hildana her rupelekê berê, serweriyeke hizba şehîdan têde hatiye tomar kirin.
Me xwîna şehîdên xwe jibîr nekiriye û ligel her navhênaneke wan de em destê xwe datînin ser dilê xwe, me ked û berxwedana kesûkarên şehîdên xwe ji bîr nekiriye û em xwe bi deyndarê hemû wan rojan dizanîn ku serbarê rijana xwîna zarokên xwe yekîtiya xwe di dil de hilgirtiye, ew xudanê rasteqîne ya YNK`ê ne û em jî xizmekarên wan in.
Silav li cane pak yê şehîdan û serfirazî ji bo kesûkarên wan yên serbilind."
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
XELAT