Berya 13 salan Mam Celal bi Serokomarê Êraqê hate hilbijartin

Berya 13 salan Mam Celal bi Serokomarê Êraqê hate hilbijartin

Serok Mam Celal di 6`ê nîsana 2005`an de piştî hilbijartine wî ji aliyê Encûmena Nîştimanî ya Êraqê ve postê Serokomariya Êraqê wergirt û di 11/11/2010`an de bi piraniya dengan careke din ji bo xola duyemîn ya serokomariya Êraqê hate hilbijartin.

Bi hilbijartina Serok Mam Celal, bû yekem siyasiyê Kurd di dîroka Êraqê de ku postê serokê welat bigre stûyê xwe û yekem serokomar hate hilbijartin ji aliyê encûmena nûneran ya Êraqê ve.

Di serdema Serokomariya Mam Celal de bi sedema siyaseta jîrane û hakîmane ya serok Mam Celal aştî û biratî di navbera aliyên siyasî yên Êraqê de ava bibû û ji ber we yekê jî, ji aliyê Ayetullah Seyid Elî Sîstanî lêvegerê bilind yê Şî`e ve naznavê (semam eman) bi Mam Celal hate bexşîn.

Piştî nexweşketina Serok Mam Celal, Êraq berev rewşeke siyasî ya xirap ve çû her weha çendîn pirsgirkên siyasî û mezhebî rûbirûyê Êraq bûn. Bi şahîdiya siyasetmedarên mezin yên cîhanê û Êraqê û Kurdan take kesê ku karî hevsengiya siyasî di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên cuda yên Êraqê de ragire tenê Serok Mam Celal bû.

Serok Mam Celal di 18`yê kanûna yekem de sala 2012 li Bexdadê rewşa xwe ya tenduristî têkçû û piştî nexweşkeftina Mam Celal, Êraq û gelê wê rûbirûyê pirsgirêkên mezin bûn.

Serok Mam Celal di 3/10/2017 `an de li nexweşxaneyekî bajarê Berîlên ya Almanyayê dilê xwe yê mezion ji lêdanê radiweste û diçe ber dilovaniyê Xwedê.


XELAT