Nêrweyî: YNK û PDK pêkve dikarin xizmetên zêdetir bikin

Nêrweyî: YNK û PDK pêkve dikarin xizmetên zêdetir bikin

Berpirsê Borda Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê (Letîf Nêrweyî) radighîne ku; YNK`ê û PDK`ê pêkve dikarin li Kerkûk û Neynewa ku xudanê zêdetirîn hêjmara kursiyên encumena parêzgehê ne danûstandinê û giftûgoyên serkeftî bikin.

Her weha Letîf Nêrweyî destpêşxerî û peyama berpirsê liqa 3`ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê yê Kerkûkê (Mihemed Kemal) bi giring dizane ku gotibû; "danana parêzgarê Kerkûkê mafê YNK`ê ye".

Bi daxuyaniyekê ji PUKMEDIA re Berpirsê Borda Ragihandina YNK`ê (Letîf Nêrweyî) tekez kir û got; YNK`ê û PDK`ê pêkve li deverên Kurdistanî yên veqetandî ji Neynewa ta dighêje Kerkûk û Xaneqîn û Diyale berpirsyartiya hevbeş heye û di bernameya YNK`ê de heye ku piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan dest bi danûstandinan li gel Partiya Demokrata Kurdistanê PDK`ê bikin.

Di hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê de (hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me ye) ku (YNK`ê û Partiya Komonîst) pêkve hevpeymanbûn li gorî encamên destpêkê 5 kursî bi dest xistin û PDK`ê jî 2 kursî ku pêkve dibine xudanê 7 kursiyan.

Li parêzgeha Neynewa jî YNK`ê bû xudanê 2 kursiyan û PDK`ê 4 kursî bi dest xistin û pêkve dibine xudanê 6 kursiyên encumenê.

Bi gotina Letîf Nêrweyî "eger YNK`ê û PDK`ê li Kerkûkê û Neynewa pêkve bin, dibin fraksyoneke bihêz û ya yekem û dikarin xizmetên zêdetir ji bo wan deveran bikin ku piraniya wan Kurdin ku çavên wan li destê herdu partiyên Kurdistanî ne " weha got.

 

XELAT