Li bajarê Silêmaniyê 2emîn kernevala Efrîn birêve diçe

Li bajarê Silêmaniyê 2emîn kernevala Efrîn birêve diçe

Li bajarê Silêmaniyê li herêma Kurdistanê, 2emîn kernevala werzîşî ya Efrînê birêve diçe têvî pêşkêşkirina çend dîmenên folklorî, çand û hunera Kurdî ya Efrînê.

Karnavala duyemîn a Efrîn li Silêmaniyê, ji hêla tîma fotbolê ya (Dilê Efrîn) li Hewlêrê û tîma Kurdax a li Silêmaniyê û bi hevkariya Emcumena penaberên Kurdên Rojava- Sûriye û yaneya Efrînê li diyasporayê ve tê organîzekirin.

Karnaval bi lîstikeke dostane ya herdu tîmên (Dilê Efrîn û Kurdax) pêşkêşkirina parçeyekî folklorî ya govendê ji hêla Koma Armanc û hunermendên Efrînî (Salah Hacî) li xwe vedihewîne.

Kerneval roja Înê 18/7/2025 demjimrê 6 êvarê li Stadyuma Bazara Elweya Kevin li bajarê Silêmaniyê dibe.

Wek Encumena Penaberan a Kurdên Rojava û Sûriyê û her weha stafa Xelatê em spasiya rêveberiya Silêmaniyê dikin ji bo ruxsandina vê derfetê û serkeftinê ji herdu tîman (Dilê Efrîn û Kurdaxê) re dixwazin ku dîmenek ciwan û bedew bidin kernevalê.