Pirtûka Serhatiya Ferx û Sitî derket
Mizgînî û pîrozbahî
Mizgîniyeke xweş ji bo hezkiriyên zimanê kurdî!
Piştî bizaveke dûr û dirêj, pirtûka serhatiya (Ferx û Sitî), bi herdû elfabeyan elfabeya latînî û elfabeya erebî li bajarê Qamişlo, li Roavayê Kurdistanê hat çapkirin.
Navê pirtûkê: Serhatiya Ferx û Sitî ye, xirvekirina: Mela Xelefê Bafeyî ye, vekolîna: Ebdulreqîb Yûsif e, tîpguheztin û amadekirina:Dilawerê Zengî ye, tîprêzî û bergsazî ya: Şengo Dumilî ye, dizayna wêneya bergê ya:Hunermend Emîn 'Ebdo ye, çapa Yekem: 2726k - 2026z, Qamişlo - Roavayê Kurdistanê, çapxaneya: Mîran, Qebare: 14,8cm X 21cm, hejmara rûpelan: 368. Çapkirina vê pirtûkê li hemû xwendevan û hezkiriyên zimanê kurdî û li pirtûkxaneya kurdî pîroz dikim.
Xwendevanên hêja! Parastina çand, kelepûr, zargotin, şûnwar, kevneşop û dîroka gelê me, erkeke neteweyî ye. Ev pirtûka di nav destên we de, serhatiya (Ferx û Sitî)yê ji danhev û berhevkirina seydayê gorbuhiştî Mela Xelefê Bafeyî ye. Mela Xelef yek ji zargotinnasên zîrek û jêhatî bû. Ji dil û can parastina zargotin, kelepûr, û şûnwarên kurdî hilpesartibû ser milên xwe û gelek çîrok, çîvanok, efsane, serhawe û gotinên pêşiyan ji mirin û windabûnê parastiye. Her weha gelek şûnwarên dîrokî cihên wan diyar kiriye. Evî mirovî pir cefakêşî û dijwarî di vê riyê de kişandiye. Lê tu carî ji ber astengî, xizanî, gefên dewletê û dijwariyan dest ji karê xwe bernedaye û her di xebata xwe de berdewam bû. Serhatiya Ferx û Sitiyê yek ji danheva wî ye ku ji windabûnê parastiye. Bêgoman karekî pir mezin û hêja ji gelê xwe re kiriye. Ez bawerim wê navê wî di ezmanê toreya Kurdî de, bi tîpên zêrîn bêye nivîsandin.
Zanayê mezin Ebdulreqîb Yûsif vekolîneke dîrokî pir sipehî û têr û tije li ser serhatiyê û êla Dawûdiyan nivisandiye. Ev vekolîna Seyda ku encama lêkolîne-ke bi salan e, ne tenê serhatiya Ferx û Sitiyê ye, belê xelekek ji dîroka windayî ya gelê kurd e. Di heman demê de bi belge û wêneyên ku cara yekem têne weşandin, gelek agahiyên şaş ên dîrokî sererast dike û tu kesî berî wî ev agahî negotine û cara yekê ye ku ev agahî belav dibin. Hîç kesekî cih û warê gora Ferx û Sitiyê nizanibû û tu agahî li ser 'eşîreta Dawûdiyan tune bû. Seydayê gewre Ebdulreqîb Yûsif balê dikişîne ser agahiyên nû ku piraniya eşîretên koçerên Botan ji herêma Soran û Şehrezûrê meşextbûne; ji ber hêrîşa Cengîzxan û kur û neviyên wî, ew revîne û çûne Botan. Cengîzxan jî di sala (1227)z de miriye, û hatiye gotin ku çil milyon mirov ji aliyê wî û kurên wî ve hatine kuştin. Ev pirtûk encama lêkolîn, hûrgilî û hûrlênêrînên bi salan e. Seydayê mezin pir dijwarî û cefakêşî di vekolîna xwe de dîtiye. Di ger û tevgera xwe de çûye gundê Dawûdiyan ser gora Ferx û Sitiyê û gelek şûnwar û cihên kevin ên dîrokî diyar kiriye û ji carekê pirtir bi pirs û lêgerîna xwe gelek kêl, wêne, belge û agahî peyda kirine. Ev pirtûk bi awa û şêweyekî zanistî hatiye çêkirin. Seydayê mezin xwedî kedeke mezin e di ber kevneşopî û şûnwarên Kurd û Kurdistanê de. Ji bo parastina şûnwar û kelepûrên kevnar ji xirabkirin û wêrankirina dewletê û hin kesên desthilatdar, wî gelek caran jiyana xwe xistiye bin metirsiyên diyarkirî; ji ber wan tiştên ku wî gelek caran di rojname, kovar û televîzyonan de weşandiye. Yek ji zanayên Kurdistanê yê herî navdar e. Wî ramanên nû anîn nav çanda kurdî ku berê tunebûn, di nav wan de berhevkirin û arşîvkirina kelepûra belgeyî ya Kurdistanê, mîmariya Kurdî, hunera xemilandina kevneşopî, parastina taxên kelepûrî û cihên kelepûrî li Kurdistanê, nivîsandina dîroka devkî û rêbaza lêkolîna zanistî. Wî her wiha pirtûkek taybet nivîsand ku tê de ramanên xwe yên nûjen tomar kir, û evê pirtûkê dengvedaneke mezin da û di sala 1995an de hate çapkirin. Di demên dawî de jê re "Bedî'' El-Zeman ê duyem" hatiye gotin. Di roja 27ê Cotmeha 2025an de Wizareta Rewşenbîriya Herêma Kurdistana Başûr naznavê (Zanayê Gewre yê Mîratê Niştimanî), bi awayekî fermî xelat kiriye.
Min li ser daxwaza Seydayê mezin hemû deqên destnivîsên vê pirtûkê çi serhatiya Ferx û Sitiyê be û çi pêşgotin, vekolîn û nameyên seydayê Ebdulreqîb û kesên ku pê re pêwendîdar bûne, ji tîpên erebî veguheztine tîpên latînî û min tu destwerdan di deqê nivîsandinan de nekiriye û wek bi devoka ku hatiye gotin û nivîsandin min belavkiriye. Hêjayî gotinê ye ku min berî niha li ser daxwaza dîrokzanê mezin Ebdulreqîb Yûsiv, pirtûka bi navnîşana (Dîroka Kelepûra Mîrnişîniya Botan) a Mela Xelefê Bafeyî, bi tîpên latînî di sala 2005, li çapxaneya Emîral, li Beyrût - Libnan çap kiribû.
Bêgoman ev serhatî yek ji çîrok û çîvanokên kurdî yên herî bi nirx û hêja ye. Di serhatiya (Ferx û Sitî)yê de, sêv cihekî pir girîng girtiye. Lewra bûye berhema xêr û bereketê. Di vê serhatiyê de, du jin di riya xwarina sêvekê re ducanî dibin û du zarokan tînin. Ev serhatî di navbera efsane û jîweriyê de bûyerên wê rû didin. Çevenga sêvê di efsane, çîrok û çîvanokên kurdî de xuyaye derbas bûye. Diyare ev bawerî di civaka kurdî de hebû û heye. Her weha çevenga şer û ne xêrê (Şeytan=Beko) jî di vê serhatiyê û gelek çîrokên kurdî yên din de jî derbas dibe. Şeytanê mirovan ne ji mirovan be, Şeytanê mirovan tune ye, kesekî ew nedîtiye. Lê Ferx û Sitiyê Leckê (Çîqal =Beko)yê Şeytan bi çavên serê xwe dîtine û pê re jiyane. Beko bû sedemê dûrketin û negihiştina herdû evîndaran (Ferx û Sitî)yê. Ew bû sedemê ko Ferx berî bide mala xalê xwe Mîr Zeydîn li Felestînê. Di dawî de herdû evîndar negihan miradên xwe û mirin. Gora wan li gundê (Dawûdê- Dawûde) bûye cihê serdana xelkê û cihê pêkanîna hêvî, mirad û daxwazan.
Li dawiyê; ji dil û can, ez spasiya Seydayê mezin Ebdulreqîb Yûsif dikim ku bi comerdî lêçûn û pereyên çapkirina vê pirtûkê hilpesartiye ser milên xwe û bi dilsozî daxwaza şagirtê xwe Mela Xelefê Bafeyî bi cih anî. Ez bawerim bi çapkirina vê pirtûkê re wê giyanê Mela Xelef şad û bextewer be. Hezar dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî Buhişta rengîn be û temenekî dirêj ji seydayê mezin Ebdulreqîb Yûsif re dixwazim. Her şad û bextewer bin.
Dilawerê Zengî
Qamişlo-Roavayê Kurdistanê
29.11.2025
Xelat
